Iran Li Ser Sînurên Kurdistanê Qereqûl Damezrandiye

Hate zanîn ku, Hikûmeta Îranê bi mebesta parastina Sînurên xwe yên bi Kurdistanê re dest bi damezrandina hijmareke Qereqûl li ser Sînurên han kiriye.
Di vê derbarê de Moxtarê Gundê Wêze ya li Devera Çomanê Ebdulah Hemed ragihand ku, di nava du salên derbasbûyî de Hikûmeta Îranê çendîn Qereqûl li ser Sînurên hevbeş de damezrandiye û 5 qereqûl jî di nava axa Kurdistanê de damezrandiye.
Çavkanî herwiha eşkere kir ku, niha jî hijmareke zor leşker û pasdar di nava wan qereqûlan dene.
Ji aliyeke din ve jî çend Rayedarên ewlekarî ev yek diyar kirin ku, di zistanan de ev qereqûlên han tên welakirin û di demsalên din de tên têjîkirin û hebûna wan qereqûl û leşkeran jî bûye sedema fikarên Şîniyên Deverê.




