Komkara Erebî Daxwaza Şandina Hêza Aştîparêz Bo Sûriyeyê Dike

Evro Emîndarê giştî yê Komkara Erebî Nebîl Erebî ragihand ku, bi mebesta dawî anîn bi tundûtîjiyan û kuştina welatiyan li Sûriyayê pêwîste hêza aştîparêz ji vê welatî re were şandin.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kiriye ku, pêwîste rêbaz û çawetiya kar kirina Çavdirên Navnetewî li Sûriyayê de were guhertin jiber ku, rêbaza berê ya Çavdirên han nikarî şer li Sûriyayê rawestîne.
Nebîl Erebî herwiha anî ziman ku, ji destpêka xwepîşandanên Sûriyayê ve heta niha zêdetir ji 14 hezar welatiyên Sûrî hatine koştin.




