26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Demîrtaş: Ger pêvajo bixetime, wê krîzeke mezin derkeve

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ragehand ku " Eger Erdogan vê derfetê baş bikar neyîne û gavan neavêje, wê pêvajo bixetime. Dema pêvajo jî xetimî, wê krîzeke mezin derkeve holê."

 Li gor ajansa ANF ê Demîrtaş, hevdîtina dawî ya bi Ocalan re pêk anîbûn ji rojnameya Ozgur Gundemê re nirxand û diyar kir, ku naveroka hevdîtina dawî; nêzîkatiya hikûmetê ya li beramberî şanda BDP'ê ku diçe Îmraliyê, sererastnekirina mercên hevdîtinê yên li Îmraliyê, neavêtina gavên reforman û pêknehatina hevdîtinên navbera BDP û AKP'ê bû.

 Demîrtaş got ku Ocalan destnîşan kiriye ku 15 rojên pêş krîtîk in û di vê mijarê de weha axifî: "Birêz Ocalan û tevgera kurd, hemû berpirsyariyên xwe yek bi yek bicih anîn. Hê jî çavên her kesî li hikûmetê, li dewletê ye. Ji ber tirk jî kurd jî baş dizanin, ku tevgera kurd heta roja îro çi soz dabe, bicih aniye. Niha em di qonaxa duyemîn de ne, Yanî dema bicihanîna berpirsyariyên dewletê ye. Sedema krîtîkbûna pêvajoyê ev e. Naxwe aliyê kurd ji xwe berpisyariyên xwe bi tevahî bicih tîne."

 Demîrtaş derheqê xemsariya dewletê ya li pêşberî pêvajoyê de jî nerînên xwe wiha anîn ziman: "Divê beriya her tiştî em vê mijarê zelal bikin, li pêşberî me weke muxatabekî hikûmet tineye, Recep Tayyip Erdogan heye. Lewma divê ev yek weke helwesteke hikûmetê neyê fêmkirin."

 Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku ew di hevdîtinên xwe yên bi hikûmetê re ji bo gavên xurt werin avêtin di nav hewldanan de ne û wiha pêde çû: "Me ji bo demokratîkbûn û paqijiya rê ya pêvajoyê, pakêtek amade kir û radestî Wezareta Edaletê kir. Di nava vê hefteyê de emê careke din bi hikûmetê re rûnên û beriya biçin Îmraliyê, emê li ser pêşnûmeyên di destê hikûmetê de gotûbêjan bikin."

 Demîrtaş derbarê hevdîtina xwe ya bi rayedarên KCK'ê re jî agahî dan û got; "KCK'ê bi ciddiyeteke mezin berpirsyariyên xwe bicih anîn, bi cih tîne. Eger hikûmet gavan neavêje, pêvajo wê bixetime. KCK xetimandina pêvajoyê naxwaze. Herkes ji bo birêveçûna pêvajoyê di nav bendewariyekê de ne. Birêveçûna pêvajoyê jî, di qonaxa niha de bi helwesta aliyê din ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, fikar û gumanên wan, ji ber bêbaweriya ji dewletê ye. Sedemên bingehîn ên vê bêbaweriyê hene. Lê xwe ji bo her rewşê amade dikin û pêvajoyê bi ciddiyeke mezin dimeşînin."

Nûçeyên têkildar