Li Mûsil û Enbarê hilbijartinên Encumenên parêzgehan dest pê kir

Mûsil-Ajans/ Îro pêncşemê 20/6/2013 hilbijartinên encumena parêzgehan, li her du parêzgehên Mûsil û Enbarê yên ku ji meha Nîsanê ve bi paşve hatine xistin, dest pê kirin.
Li parêzgeha Mûsilê jî rêvebirya operesyona Nînewa yê Ferîq Rukin Basêm ragihand ku wan jî ji aliyê xwe ve gelek pêkanîn lidarxistina taku ev hilbijartin li parêzgehê bi aramî bi rêve biçin.
Herweha rêvebiriya operesyonan a li parêzgeha Enbarê ragihand, ku wan bo hilbijartin bi aramî bi rêve biçine planeke ewlekariyê li bajarê Enbarê bi rêve biriye




