26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Turkiye rêkevtineke girînga neftê îmza dikin

Çavkanî: KDP.info

Ajans/ Ajansa nûçeyan a Reuters ragihandiye, ku Kurdistan û Turkiye li ser hevkarîya hevbeş di kerta neft û gazê de berdewamin. Li gor nûçeya Reuters, Kurdistan û Turkiye rêkevtin kirine ku pişka vedîtin û deranîna neftê li 6 bîrên nefta herêma Kurdistanê bi kompanyayeke Turkiyeyê bihê dan.

Li gor nûçeya Reuters, wezareta enerjîya Turkiyeyê salnameya neft û gaz a Turkiyeyê balev kiriye ku tê de amaje bi ewê hatiye kirin, ku hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoweyeke rêkevtineke nû de pişkên meydanên neftîyên Çoman, Hindrên, Erbet, Polxane, Cebelkend û Xelîkan ên herêma Kurdistanê daye kompanyayeke neftîya Turkiyeyê bêyî ku navê kompanyayê bihê aşkirakirin.

Reuters ragihandiye, ku berpirsên wezareta wuzeya Turkiyeyê û kompanyaya Petroliyum (Petroluem) a Turkiyeyê ku mezintirîn kompanyaya neftîya Turkiyeyê ye, amade nebûne zanyarîyên zêdetir di evê bareyê de aşkira bikin.

Ew meydanên neftîdikevne nêzîkî sînorê navbera herêma Kurdistanê û Êranê û li başûrê rojhilatê Silêmanîyê ne û vekolîn û lêkolînên zewînasî bo vedîtina neftê li ewan nawçeyan dawî pê hatiye. Jêder PNA

Nûçeyên têkildar