Malikî: Şera Vêcarê Ya Kurd û Ereb Şera Petrolêye

Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî yê ku, hewl tê dayîn ji erkdariya xwe were dûrxistin ragihand ku, peymanên îmzekirî yên di navbera Hikûmeta Kurdistanê û kompaniya Exxon mobilê de gelek metirsîdarin û tê payîn bibin sedema derketina şer di navbera Kurd û Ereb de.
Di vê derbarê de Şewirmendê ragihandinê yê Serokwezîrê Îraqê Elî Mûsewî ragihand ku, Serokwezîrê Îraqê peymanên îmzekirî yên di navbera Kurdistan û Exxon mobilê de bi metersî dizane û dibêje mimkune ev peymanên han bibin sedema şera Kurd û Ereb jiber ku, ev peymanên han bo parçe kirina Îraqê fakterên gelek girîngin.




