25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Leyla Zana: Ez ji dil ve dixwazim dewleta serbixwe ya Kurdistanê ava bibe

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Leyla Zana endama perlemanê Turkiya ragehand ku ew ji dil dixwaze dewleta serbixwe ya Kurdistanê bihête avakirin lê mixabin şert û mercên rojihelata navîn û cîhanê di qonaxa niha da bo avakirina dewleteka serbixwe li bakurê Kurdistanê guncaw nînin.

Leyla Zana endama perlemanê Turkiya piştî konfransê çareserî û yeketiya bakurê Kurdistanê bo rojnama evro ragehand ku di konfransê da bingeheka mezin bo yeketiya bakurê Kurdistanê bi hemû kêm netewe, ol, mezheb û baweriyên cuda ve hate dirust kirin û got: (Kurdistaniyan daxwazî û xwastekên xwe di konfransê da zelal kirin û her hemû daxwazî û pêşiniyazên bo statoya bakurê Kurdistanê gelek bi nirx bûn û biriyarên hatine wergirtin jî bo paşeroja gelê kurd û qonaxa aştiyê gelek giring bûn).

Sebaret bi vê yekê ka gelê kurd di qonaxa niha da li Turkiya çi dixwaze leyla Zana diyar kir ez dişêm bêjim ku gelê kurd jiyaneka azad, wekhev û bi rumet dixwaze û di heman demê da daxwaza xwebirêvebirinê dike û xwastekên gelek bi biha û guncayne û got: (ez ji dil ve dixwazim ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê bihête avakirin lê rastiya niha ya rojihelata navîn û cîhanê bo vê yekê guncaw nîne).

Siyasetmedara navdara kurd herwesa diyar jî kir ku pêdivî ye siyasetmedar daxwazyên gel baş bizanin û li dûv daxwazî û pêdivyên gel siyasetê bikin û got: (gelê kurd bi rengekî giştî li gel sazî û dezgehên xwe ve piştevaniyê li qonaxa aştî û çarekirina pirsa kurd dike û bo serkevtina qonaxa aştiyê divêt rêzdar ocelan bihête azadkirin û hikûmeta Turkiya pênigavên berçav bi havêje û nexşerêya çarekirina pirsa kurdî ragehîne).

Leyla Zana di pişkeka dî ya axivtina xwe da ew yek jî ragehand ku ew zikatê ji dewleta Turkiya naxwazin û xwasteka wan rakirina sinoran û zivirandina mafên rewa yên gelê kurde û got: (em bo jiyaneka azad û dîmokiratîk xebatê dikin û sê lingên yeketiya me li gel turikan heye, ya yekê siyasî, ya duyê abûrî û ya dî jî civakî ye û heke kurd jî wek turikan xwedan heman maf nebin bêguman dê kurd hizirê di rêyeka dîtir da bikin).

Nûçeyên têkildar