Rojhilatê Kurdistanê: Ciwan ji ber hejariyê gurçikên xwe difroşin
Rojhilatê Kurdistanê-KDP.info/ Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hevwelatî û ciwan ji ber hejarî, bêkarî û debara jiyanê gurçikên xwe difroşin. Pisporên civakî jî vê diyardeyê gelekî metirsîdar dibînin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Kurdpa’yê, di meha borî de hejmareke zêde ya hevwelatiyên bajarê Sine ji ber hejarî, bêkarî û debara jiyanê gurçikên xwe xistine ber bê’ û bazarê.
Di vê derbarê de hevwelatiyekî ku nexwest navê wê were eşkerekirin, got: "Bêkarî û hejarî li bajarê Sine zêde bûye, lewra bi dehan kes bi belavkirana belavok û hejmara telefonê li cihên giştî dixwazin gurçikên xwe bifroşin."
Demekê berî niha Berpirsê Civata Xêrxwazî ya Piştgiriya Nexweşên Gurçikan Mistefa Qasimî ji rojnameya Tehranê re gotibû; ‘’Li Îranê li beramberî her kesekî ku pêdiviya wan bi gurçikan heye, 4 kes dixwazin gurçikên xwe bifroşin.’’
Zêdeyî 10 sal dibe diyardeya firotina gurçikan li Îranê û Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û pisporên civakî û tendirûstî jî vê diyardeyê wek krîz û metirsiya civakî dibinîn û sedema vêna jî bi bêkarî, giranî û ambargoyên din ên civakî ve girêdidin. Jêder Basnews




