26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hingarya dê nûnertiya xwe li herêma Kurdistanê veke

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Balyozê Hingarya ê nû li Iraqê Tîbor Zatmarî serdana rêvebiriya peywendiyên derve a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Balyozê Hingarî ji aliyê berpirsê peywendiyên derve a Herêma Kurdistanê Felah Mustefa ve hate pêşwazî kirin û hevdîtinek ligl lidarxist.

Di destpêka hevdîtinê de berpirsê peywendiyên derve Felah Mustefa balyozê nû ê Hingarya yê li Êraqê pîroz kir ji ber ku wî nû kar û xebata xwe li Iraqê dest pê kiriye, her wiha berpiresê peywendiyên derve  diyar kir,  ku ew ji aliyê xwe ve amedene her cure hevkariyê û hevrêziyê ligel balyozxaneya Hingarî bikine taku berpirsiyarên balyozê nû serkeftî bi rêve biçin e û peywendiyên her du aliyan ligel hev li pêşxînin e û bi hêz bikine.

Ji aliyê xwe ve balyozê Hingaryayê diyar kir ku armanca serdana wî bo Herêma Kurdistanê ew e ji nêz ve pêşveçûnên aborî bişopîne û hevkariyê di navbera her du aliyan de  binirxînin e,her wiha ragihand ku wê di demekî nêz de şandeke paya bilind ji Hingariya yê dê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Berpiresê peywendiyên derve a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve tekez kir ku gelekî girînge Hingarya li Herêma Kurdistanê nûnertiyeke xwe veke, her wiha balyozê Hingarî jî ragihand ku ew ji aliyê xwe ve her xebat dikin ku gavên pêwîst bo vekirina nûnertiyekê li Herêma Kurdistanê bavêjin û diyar kir ku wê di demekî nêz de li Hewlêrê nûnertiyeke Hingariya yê dê bête vekirin.

Nûçeyên têkildar