26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Chevronê girêbesteke nû ligel hikûmeta Kurdistanê îmze kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Kompaniya Şêvron (Chevron) a Emerîkî ragihand, ku wan girêbestek weberhênana petrolê ligel hukûmeta herêma Kurdistanê îmze kiriye.

 Kompanya Chevron petrol roja duşemê 17 / 6 / 2013`e, di beyannameyekê de ragihand, ku kompaniya wan ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bo vedîtina petrolê li kompîrên Qeredax a dikeve başûrê hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê girebesteke nû îmze kiriye.
Ragiahndina ev girêbesta nû ji alîyê Şêvron ve di demekê de ye, ku hêşta nakokîyên Hewlêr û Bexdadê li ser mijara neftê berdewamin.

Girêbesta nû helwêsta Hewlêrê beramber Bexdadê xurttir dike û nîşaneyeke din ji serkevtina îradeya Hewlêr bi ser Bexdadê de ye.
  Li gorî balavokeke fermî ku kompanîya Şêvron li ser malpera fermîya xwey belav kiriye, mezinbûna kêlgeha Qeredax 860 km çar goşe ye û ev girêbeste sêyemîn girêbesta evê kompaniyayê ye ku li gel hukûmeta Herêma Kurdistanê de îmza kiriye û ew girêbesta nû di çileya bûrî de, hatiye îmzakirin. Ev kompnaiya di heyva Tîrmeha bûrî de girêbesteke din li gel Herêma Kurdistanê îmza kiribû.

Nûçeyên têkildar