Serokwezîr bo wezareta daraî: Dahatiniyê zêdetir û xerciyan jî kêmtir bikin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi amadebûna cîgirê xwe Îmad Ehmed, îro li bajarê Hewlêrê, digel wezîr û cîgirê wezîrê darayî (finans), rêvebirên giştî û şîretmendên wezareta darayî, rêvebirên bankayên Kurdistan û berpirsên hemû saziyên ser bi wezaretê ve civiya.
Di destpêka civînê de, wezîrê darayî û aborî li dor pirsgirêk û arîşe û pêdawîstiyên wezaretê raporek pêşkeşî kir got ku, di gelek waran de wezaretê desthilat bi saziyên jêr yên ser bi wezaretê ve dane û vê yekê jî derencamên beş hebûne di warê pêşkeşkirina xezmetan de.
Piştî guhdarîkirina rapora wezareta darayî û aborî, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, wezareta darayî û aborî wezaretek giring e û jiber giringiya wê ”Me biryar da serdana wezaretê bikin û li ser kar û çalakiyên wan haydar bin. Wezareta darayî û aborî li hemû welatan wezaretek giringe û û eger karûbarên wezaretê bi dirustî birêve biçin ew welat welatek pêşkeftî ye.”
Serokwezîr behsa sîstema îdariya herêma kurdistanî kir û got ku, sîstema îdariya herêma Kurdistanê sîstemek kevine û divê çaksazî di sîstema îdarî de bên kirin: ”Bi taybetî divê di wezareta darayî û aborî de çaksazî bên kirin û wezareta darayî û aborî dahatiniyê zêde bike û xerciyan jî kêmtir bike. Jibona vê yekê jî divê wezaret sîstema xwe ya îdarî û karkirinê di ber çavan re derbas bike û sud ji îmkanên şareza û pisporên navxweyî û biyanî werbigire. Ji her tiştî jî giringtir eve ku, wezaret weke yek tîm kar bike û di warê rênmayîyên darayî, pêkanîna edaletê û rêxistina mîlakan de karên cidî bike.
Serokwezîr di berdewamiya axavftina xwe daxwaz ji wezareta darayî û aborî kir ku, her ji nuha ji bo amadakirina budceya herêma Kurdistanê a sala 2014ê kar bikin daku, di demek minasib de budceyeke bijarte bê amade kirin û sud ji kêmasiyên budceya sala par bê wergirtin.
Ji aliyê xwe ve, Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê di axaftinekê de got ku, divê wezareta darayî û aborî ya herêma Kurdistanê têkeliyên baş digel wezareta darayî û aborîya Îraqê hebin û bi hev re sîyaseteke darayî ya mokim darêjin




