26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokayetiya Herêma Kurdistanê şer û pêkdadanên devera Çolemêrgê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî sêşem 19/06/2012 di birûskekê de Serokayetiya Herêma Kurdistanê şer û pêkdadanên berî sibehiya ya devera Çolemêrgê şermezar kir, eve tekesta wê ye:

Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya wê şer û pêkdadanan bihîst ku berî sibehiya îro sêşem 19/06/2012 li devera Çolemêrgê rû da û wekî ku li dezgehên ragihandinan da hatiye belavkirin li encamê de hejmarek serbazên Tirkiye hatine kuştin û birîndarkirin.

Em gelek bi tundî dirêjepêdana van şer û kuştinan şermezar dikîn û helwesta xwe ya neguher û ya kevin de dûpat dikîn û radigihînîn ku tundutîjî û kirdarên çekdarî ziyanê bi hemû aliyek digihîne û dibê sedema ji holêrakirina her hewlekî aştî ya çareserkirina kêşeyan.

Li dawiyê de pirsê serxweşiya xwe pêşkêşî kesukarê qurbaniyan dikîn û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazîn.


Serokayetiya Herêma Kurdistanê

19/06/2012

 

Nûçeyên têkildar