25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ashton û Malikî lihev civyan

Çavkanî: KDP.info

Bexda-Ajans/ Katrîn Aşton berpirsa siyaseta derveya Yekîtîya Ewropa duhî gihîjte Bexdadê û ligel Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê civya.

 Serokwezîrê Iraqê ji nûnera siyasetên derve a Yekîtiya Ewropayê Katrîn Aştun re cext li wê yekê kiriye ku qeyrana Sûriyê bi rêçaeyek serbazî çareser nabe.

Di hevdîtinê de Malikî li barê rewşa Sûriyê de ragihandiye ku: Di destpêka qeyranê de, Iraqê daxwaza çareseriya siyasî bi diyalogê û lihevtêgihêştinê û bi bê destêwerdana karûbarê navxweyî yê wî welatî kiriye.

Malikî amaje bi wê yekê jî kiriye ku qeyrana wî welatî bi pirçekkirina opozisyonê çareser nabe, belku ew kar divê sedema kûrkirina qeyranê û derbasbûna bo welatên cîran.

Ji aliyê xwe ve derbarê rewşa Sûriyê jî, Aşton ji Malikî re ragihand ku kongireya duyem a Cinêvê dê bibe hêlek bo dîtina çareseriyeke aştiyane bo qeyrana wî welatî.

Nûçeyên têkildar