BBC zaniyariyên şaş li ser rewşa jinan li Kurdistanê bilav dike

Hewlêr-KDP.info/ Pexşan Zengene seroka giştiya civata bala ya karûbarên xaniman, duhî li bajarê Hewlêrê serdana konsulxaneya Birîtaniyayê kir û di civînekê de digel konsulê giştiyê Birîtaniyayê rewşa jinan li herêma Kurdistanê gotûbêj kir.
Zengene ji konsulê birîtanî re behsa stratejîya netewî ya xweşkirin û pêşxistina rewşa jinan li herêma Kurdistanê kir û got ku civata xaniman a herêma Kurdistanê li hember wê rapora vê dawiyê kanalê BBC li ser rewşa jinan li herêma Kurdistanê bikav kirî, dilgirane û tekîd kir ku zaniyariyên di wê raporê de ji rastî û dirustiya rewşa jinan li herêma Kurdistanê dûrin.
Seroka civata bala ya karûbarên xaniman li herêma Kurdistanê îstastîkeke fermî ya sê sal û çar mehên borî li ser rewşa jinan û bi taybetî li ser xweşewitandina jinan teslîmî konsulê birîtanî kir û wî jî ji aliyê xwe ve got ku ew dê wê raporê bişopîne.
Konsulê giştiyê konsulxanya Birîtaniyayê ya Hewlêrê piştgiriya xwe bo stratejîya netewî ya pêşxistina rewşa jinan li herêma Kurdistanê û pirojeyên civata bala ya xaniman nîşan da û rola civata bala ya karûbarên xaniman bilind nirxand û got ku, ew dizain li herêma Kurdistanê di warê baştirkirin û xweşkirina rewşa jinan pêngavên gelek baş hatine avêtin.




