26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îmad Ehmed digel serokên hijmareke kolêjan civiya

Çavkanî: KRG.org

 Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistan, duhî roja duşemiyê 18.06.2012ê digel rêvebir û berprisên kolêjên Qela, Ezmer û Duhok, yên tyabet bi behredaran, civiya.

Ev kolêje taybet in bi wergirtina xwendekarên behremen û afrêner yên ku, her sal li ser grûpên xwe pileya yekem bidestve tînin.

Di civînê de ku, wezîrê xandian bala û lêkolînên zanistî û wezîrê perwerdeyê yên hikûmeta herêma kurdistanê jî amade bûn, cîgirê serokê hikûmetê rol û xebatên kolêjên navborî, ji bona xizmetkirina xwendekarên afrêner û pêgehandina nifşekê nû yê çekdar bi zanist û zaniyariyên pêşkeftî û zemînexweşkirin bo ku xwendekar zêdetir afirandinê bikin, bilind nirxandin.

Ji aliyê xwe ve serok û berprisên kolêjên navborî ji cîgirê serokê hikûmetê re behsa kar û xebatên xwe kir û di heman demê de pêdawîstî û kêmatiyên kolêjên xwe jî berçav kirin. Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pêdawîstiyên kolêjên navborî, biryara pêkanîna komîteyekê da ku, ew komîteye sîstema wan kolêjan a wergirtina xwendekaran û li komûkasiyên wan lêkolîn bike û di raporeke de pêşkeşî civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê bike. 

Nûçeyên têkildar