25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Emerîka pîrozbahî li Ruhanî û gelê Êranê kir

Çavkanî: KDP.info

Emerîka-Ajans/ Emerîka bi boneya ku Hesen Ruhanî wekî serokê nû yê Êranê hatiye hilbijartin, pîroz kir. Îsraîlê jî daxwaz kir ku Êran dawî li bernameya atomî bêne.

 Emerîka ji ber ku çîna reformxwazan piştgiriya Hesen Ruhanî kirine û wekî serokê nû hilbijartin, pîrozbahya gel kir. 

 Berdevkê Koçka Sipî Jay Carney daxuyaniyek nivîskî belav kir û wiha dibêje: "Em rêzê li dengên Êraniyan digrin. Em ji ber cesareta ku dengê xwe dane û tevlî pêvajoya siyasî bûne, pîroz dikin."

 Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî tevî hilbijartina Ruhanî, bang li civaka navneteweyî kir ku zextên ji bo rawestandina bernameya atomî zêde bikin û wiha got: "Em xwe ne xapînin. Ne serokomar rêveberiya Êranê dike, di heman demê de yê li ser bernameya atomî biryarê dide lîderê oliye."

Nûçeyên têkildar