26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şahê Urdinê: Em dikarin li bermberî metirsiyên ji aliyê Sûriyê ve rawestin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-Urdin/ Şahê Urdinê Şah Ebdulah duhî yekşemê di gotarek xwe de ragihand, ku desthilatdariya Urdinê dikarê pêkanîn pêwîst pêk bîne ger tu metirsî ji aliyê Sûriyê ve bi ser welatê wî ve bê.
Ebdulah di gotare xwe de ragihand,  ku heya niha me ligel aloziya li Sûriyê diqewimê li gorî berjewendiyê Urdinê tevger dikir, her armanca me ew bo parastina gelê me bû.

Şahê Urdinê wiha berdewam kir:  Lê eger îro cîhan jî ligel me tevger neke û alîkariya me neke jî , em ji aliyê xwe ve di her demê de,  dikarin pêkanîn pêwîst pêk bînin û berjewendiyên welat û Gelê Urdinê biparêzine.
Şahê Urdinê her tekez kir ku ew bi hemû îmkanên xwe hewldidine li gel dewletên din yê Ereb û dewletên cîhanê liv û tevgerê bikin, bo çareseriyek siyasî ji bo rewşa Sûriyê bête dêtin

Nûçeyên têkildar