26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ednan Muftî: Malikî nikarê takrawî desthilatdarîyê bike, bi tenê jî nikarê çaksazîyan bike

Çavkanî: KDP.info
عەدنان موفتی

Îro Ednan Muftî endamê poltîburoya YNK ragihand, ku heger bernameyek hebe Malikî bi destûrê, rêkeftinên Hewlêrê, rêkeftinên sê alî û du alî pabend bike, wê demê Malikê dikare çaksazîyê bike, lê belê heger bi awayekî takrawî desthilatdrîyê bike wê demê nikare.
Di evê derbarê de li gorî ajansa PNA, Endnan Muftî dibêje, ev arîşeyên ku niha hene pişkeke ji Iraqa nû, Iraq demokrate û Iraq destûrê wê heye û têde hatiye heger ti arîşeyekî sîyasî hate pêş wê demê bi rêya demokrasîyê tê çareserkirin.
Weha jî got, niha hinek alî hene nerazîne li ser mîkanîzma karkirina serokê hukûmeta Iraqê, pê re negihane ti encamekî û ti dîyalogekî weha jî nîne, bawerî jî kêm bûye, em gihane evê çendê ku daxwaza vepirsînê ji Nûrî Malikî bihê kirin û kombûneka parlîyamentê ji bo evê çendê bihê li darxistin.
Herweha Muftî got, heger ev vepirsîna han serkeftin anî başe û heger na di encamê de çi bibe û nebe ew karekî demokrasîye bo reftarkirin digel desthilatê û alogurîya desthilatê, bo rexne kirinê, ne tenê serokê hukûmetê dibe hemû alî jî evê çendê li ber çav bigirin.
Di derbarê encamdana çaksazîyê ji alîyê Malikî ve, Muftî got, Malikî bi tenê nikarê ti çaksazîyan encam bide, heger hemû alî pê re rênekevin.

 

Nûçeyên têkildar