Parlemen dest bi nirxandina naveroka nameya Serok Barzanî kir

Duhî li talara Parlementoya Kurdistanê li Hewlêrê Serokatiya Parlementoyê bi mebesta nirxandina nameya Serokê Kurdistanê ya di derbarê têbîniyên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ên di derbarê destûrê de civînek tevî Serokên firaksiyonên nava Parlementoyê saz kir.
Di destpêka civîna han de Serokê Parlementoyê peyvek pêşkêş kir û behsa hesas bûna pêvajoyê kir û daxwaz ji aliyên beşdar kir daku, hewl bo afirandina yekdengiyeke nîştimanî di derbarê meseleya destûrê de bidin
Piştî re jî Serok û nunerên aliyên siyasî di derbarê naveroka nameya Serok Barzanî de dest bi nîqaşan kirin û şandina nameya han jî ji aliyê Serok Barzanî ve bi pêngaveke erênî wesif kirin û gotin: Dibe bi awayekî erênî nêzî naveroka vê nameyê bibin




