25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Parlementoya Kurdistanê û Fazil Mîranî civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duhî li Hewlêrê Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Erselan Bayîz pêşwaziya Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî kir.

Di hevdîtineke de ku, Cîgirê Serokê Parlementoyê jî têde beşdarbû naveroka nameya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî yaku, pêşkêşî Serokatiya Parlementoyê kiribû hate nirxandin.

Di vê derbarê de Serokê Parlementoyê behsa hevdîtinên xwe yên bi part û aliyên siyasî yên di nava Parlementoyê de kir û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe mekanîzmeke goncaw bo cîhbicîh kirina naveroka wê nameya han were damezrandin û Fazil Mîranî piştgîriya PDKê bo her mekanîzmekî ku, ji aliyê Parlementoyê ve bi armanca bidestxistina yek dengiyeke nîştimanî sebaret bi meseleya destûrê diyar kir. Jêder KTV

Nûçeyên têkildar