Biryarderê Parlîyamenta Iraqê: roja dengdanê bo wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî tê destnîşankirin.
Duhî duşemê 18/06/2012 biryarderê parlîyamenta Iraqê Muhemmed Xalîdî ji ajansa Aknews re ragihand, ku mîkanîzma dengdanê û roja wê bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî ji alîyê serokatîya parlîyamentê ve tê destnîşandkirin.
Herweha Xalîdî da xuyakirin, ku dibe ku ev mîkanîzma han nehênî be yan eşkere be.
Muhemmed Xalîdî weha jî got, dibe ku hejmarek ji parlîyamenter daxwazekê pêşkeşa serokatîya parlîyamentê bikin bo mijara mîkanîzma taybeta dengdanê û piştire komîta serokatîyê biryarê li ser dide.




