Mûeyed Tayîb: bi navkirina opozisîyonê di sîstema demokratî de bi pîlanger xizmet bi guftûgoyê nake

roja îna çûyî Nûrî Malikî di bêjedanekê de alîyên pêkolkirine bo komkirina muhran bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî, bi pîlanger wesif kiribû.
Di evê derbarê de li gorî ajansa Aknews, bêjedarê lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî Mûeyed Tayîb ragihand, ku bi navkirina opozisîyonê di sîstema demokratî de bi pîlanger ti xizmet bi guftûgo û wergirtina nerîna cuda nake ji ber ku opozisîyon di rejîma giştgîr de bi pîlanger tên bi nav kirin.
Tayîb weha jî got, mafeka destûrîye ku em vepirsînê li Nûrî Malikî bikin, me jî endamên Dewleta Qanûnê bi pîlanger bi nav nekirîye dema ku wan daxwaza hilweşandina parlîyamentê û encamdana hilbijartin pêşdemî kirine.




