26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Rojhelat guhdariya baykota partên siyasî nekirin

Çavkanî: KDP.info

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Zêdebarî baykotkirina helbijartinên serok komarî û civata parêzgehan ji Aliyê partên siyasî yên rojihelatê Kurdistanê, bi rêjeyeka berçav kurdan pişkdarî di helbijartinan da kir û li gor encamê heta niha ji aliyê wezareta navxwe ve hatine ragehandin Hesen ruhanî berbijarê rîfurmxwazan şiyaye pitir 50% dengan bidestive bîne, lê heta niha encamê dûmahyê nehatine ragehandin.
Jêderekê agahdar ji rojihelatê Kurdistanê ku neviya navê wî bihête aşikirakirin bo rojnama evro ragehand roja 14/06/2013 helbijartinên serok komarî û civata parêzgehan li îranê û rojihelatê Kurdistanê birêve çi û got: " Beriya helbijartinan partên siyasî yên rojihelatê Kurdistanê helbijartin baykot kiribûn û daxwaz ji xelkê kiribûn pişkdaryê di helbijartinan da neken lê pişkdariya kurdan bi rêjeyekê berçav bû û li gur agahyên gehiştine destê me piraniya deverên kurdan dengê xwe dane Hesen ruhanî berbijarê rîformxwazan."
Heman jêderî di berdewamiya axivtina xwe da ew yek jî diyar kir ku yek ji egerê pişkdariya kurdan helbijartinên civatên parêzgeh û bajar û gundan bû û bo wê yekê jî pitir ji 30 hizar kurdan xwe berbijar kiribûn û kurdan jî pişkdarî di helbijartinan da kirin da dengê xwe bidene wan kurdên ku xwe berbijar kiribûn û got: " Xala dî ya giring jî Hesen ruhanî bû, çunku Ruhanî berbijar rîformxwazanên Îranê ye û kurdên rojihelat jî wesa dibînin ku di nav berbijarên serok komaryê da yê ku bişêt hindek tiştan bo kurdan bike Hesen ruhanî ye, çunku siyaseta ruhanê dê gelek nêzîkî ya serdemê xatemî be ku wê demê di biyavê azadiya ragehandinê û perwerda bi zimanê kurdî gelek tişt hatinekirin û bi dehan rojname bi zimanê kurdî hatine derxistin û ji ber vê yekê jî rêjeyeka berçav ji xelkê kurd pişkdarî di helbijartinan da kirin û 80% kurdan dengê xwe dane Hesen ruhanî."
Li aliyê dî wezareta navxwe ya Êranê ragehand ku heta niha hijmartina dengan bi dûmahî nehatî ye lê li gur hijmartinên heta niha hatine kirin Hesen Ruhanî şiyaye pitir 50% dengan bidestive bîne

Nûçeyên têkildar