26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Endamekî parlîyamenta Iraqê: nêza 200 parlîyamenter deng bo wergitina bawerîyê ji Malikî didin

Çavkanî: KDP.info

Endamê parlîyamenta Iraqê yê bi ser lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî Muhemmed Xelîl ragihand, ku kombûna vepirsînê ji Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê serkeftî dibe.


Di evê derbarê de li gorî ajansa Aknews, Xelîl weha jî da nîşandan, ku em di evê bawerîyê de ne ku dê nêza 200 parlîyamenter deng ji bo wergirtina bawerîyê ji Malikî bidin.


Herweha evî parlîyamenterî got, sê komîte bo vepirsînê hatine pêk anîn, dosyayên xwe di biwarê xizmetguzarî û berevajîya destûrê de amade kirine, em wisa dibînin ku dema vepirsînê dê alîgirên vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî zêde tir bibin û bighêje nêza 200 kesî.


Di derbarê vekombûna duhî ya parlîyamenterên KDP digel poltîburoya KDP, Xelîl weha got, biryar hat dan ku pêdivîye yek rêza kurd bihê parastin û gengeşe li ser prosesa demokratî û tewafiqî hat kirin.
 

Herweha got, niha lîsta Dewleta Qanûnê bi hemû karînên xwe, deng ji bo wergirtina bawerîyê ji Usame Nuceyfî serokê parlîyamenta Kurdistanê komkirin û gihaye 120 dengan, ku hîn 255 deng jî mane û muhr li dijî Nuceyfî nekirine, eve ji bi temamî li dijî Malikîye.
 

Nûçeyên têkildar