26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tevgera Îslamî: Nama serokê herêma Kurdistanê gaveke dilsozane ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Peyvdarê Tevgera Îslamî ragehand ku, nama serokê herêma Kurdistanê ku ji perlemento re şandiye, gaveke dilsozaneye, ku rêz li têbîniyên hemû aliyên siyasî girt, û vegeriya perlemento. Jiber vê yekê ev gav gelekî pozetîve.

Şiwan Qeladizeyî peyvdarê Tevgera Îslamî taybet ji KDP.info re got:" Serokê herêma Kurdistanê dît ku, ev meseleye li perlemento çareser bibe, gelekî baştire."

Qeladizeyî diyar kir ku ev gava han dê rêkkeftinekê dinavbera hemû aliyan de çêke.

Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî roja pêncşemê li rêya nameyekî fermî ve têbînî û pêşniyarên hemû partî û aliyê siyasiyan pêşkêşî Serokayetiya Parlemanê kiriye bo ku Serokayetiya Parleman li gel nûnerên partî û aliyê siyasiyan û endamên lîjneya amadekirina projeya destûra Herêma Kurdistanê rûnin û wan pêşniyar û têbîniyan binirxînin bo ku bi kodengiyeke tevahiya aliyan li ser meseleya projeya destûr bigihin encamek

Nûçeyên têkildar