Sekreterê Zehmetkêşan: Ew gava serokê herêmê dergeheke nûye bo çareserkirina aloziyan

Hewlêr-KDP.info/ Sekreterê partiya Zehmetkêşana Kurdistanê ragehand ku, ew gava serokê herêma Kurdistanê dergeheke nûye bo çareserkirina aloziyan.
Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî roja pêncşemê li rêya nameyekî fermî ve têbînî û pêşniyarên hemû partî û aliyê siyasiyan pêşkêşî Serokayetiya Parlemanê kiriye bo ku Serokayetiya Parleman li gel nûnerên partî û aliyê siyasiyan û endamên lîjneya amadekirina projeya destûra Herêma Kurdistanê rûnin û wan pêşniyar û têbîniyan binirxînin bo ku bi kodengiyeke tevahiya aliyan li ser meseleya projeya destûr bigihin encamek.
Belên Ebdulle sekreterê Sekreterê partiya Zehmetkêşana Kurdistanê taybet ji KDP.info re got: " Em piştgiriya vê gava giring dikin, Ew gava serokê herêmê dergeheke nûye bo çareserkirina aloziyan li herêmê û em bi bilind dinirxînin. Ev gava serok Barzanî derfeteke başe bo ku em bi pêşve biçin."




