Ehmet Turk: Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê ji bo yekîtiya gelê kurd dîrokî ye

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Bi tevlîbûna sedan delegeyan li Diyarbekirê, Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê, dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ehmet Turk, di konferansa han de diyar kir ku ev konferans ji bo yekîtî û tifaqa gelê kurd konferanseke dîrokî ye û got: " Gelê kurd li 4 aliyê Kurdistanê bûye hêzek dînamîk û hêzek mezin daye siyasetê. Heta gelê kurd azad nebe, dewleta tirk nikare sîstemeke demokratîk ava bike û nikare aştiyê pêş bixe. Ger dewlet bixwaze çareseriyê bike divê daxwazên gelê kurd li ber çavan bigire. "
Di vekirina konferansê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmet Turk, diyar kir ku ev konferans dê pêşiya gelê kurd ronî bike û got: "Dê pêşiya siyaseta gelê kurd ronî bike. Gelê kurd bi têkoşîna xwe gelek tişt bi dest xist. Lê hê gelek tiştên bên bi destxistin hene. Pêvajo nû dest pê dike. Bidestxistina maf û azadiyê bi yekîtî û tifaqê mimkun e. Em dizanin ku sîstema Tirkiyê bi sedsalan e didome û nehahitye guhertin. Hin hişmendiya înkarê didome. Ji bo vê yekê em dibînin ku berpirsiyariyeke mezin li ser pişta me ye. Bahara ereban ji aliyê serdestan ve hat xetimandin. Bahara Sûriyê dîsa hat astengkirin."
Turk, bal kiyand ser yekîtiya gelê kurd û wiha axifî: "Gelê kurd di Rojhilata Navîn de ji bo demokrasî û azadiyê xeteke gelekî bi wate dimeşîne. Em ancax bi xeta civakî bigihin armanca xwe. Em dikarin bi parastina nirxên gelê xwe pêvajoyê pêş bixin."
Ehmet Turk, li ser armanca konferansê jî rawestiya û wiha pêde çû: "Armanca vê konferansê divê em hev lawaz nekin. Berevajiya wê divê em hêzê bidin hev û hev xurt bikin. Ev konferans ji bo mafê gelê kurd û gelên din ên Kurdistanê girîng e û divê karekî hevpar bê meşandin."




