Dr. Berhem: Wek YNKê, em ew gava birêz Serok Barzanî bi giring dizanin û bilind dinirxînin

Di bersivdana pirsa herdu malperan (PUKmedia û Xendan)`ê de sebaret bi nûtirîn guherînên libarê pirsa desturê ku di ragihandina serokayetiya herêmê de hatiye û berya kêlîkekê hatibû belav kirin, cîgirê sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih ragihand ku ew gavekî giringe û bi bilind dinirxîne.
Dr. Berhem got: " Wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, em ew gava birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi giring dizanin û bilind dinirxînin û bi temamî piştgîriya wê dikin, her weha wek erkekî Kurdistanî em radighînin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo hevkarîkirina birêz Serokê Herêmê û birêz Serokê Parlemanê û bo serxistina wê proseyê ku biryar li ser hate dayîn ji bo avakirina hevdengiya hemû aliyan sebaret bi pirsa desturê amadeye."
Cîgirê sekreterê giştiyê YNK`ê teqez li wê yekê kir ku armanca Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye jî bo derbasbûna vê qonaxê û derbasbûn ji wê binbestê ku li ser pirsa desturê kêşe girtibû proseya siyasî ya Kurdistanê bicîanîna tevdengiyê û lihevhatinê ye.
Dr. Berhem Salih amaje bi wê yekê jî kir û got:" Em bi pêwîstî dizanin ku em daxwazek dilsozane li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û çapemenî û rojnamevanên Kurdistanê bikin, ku bi berpirsyarî li gel vê derfetê tevbigerin û li gel serokayetiya herêmê û serokayetiya parlemana Kurdistanê û navbera aliyên siyasî de jî hevkarbin."
Her weha Dr. Berhem xwest ku ji zimanê tûj û tund dûrbikevin û weha pêde çû:" Em daxwaz dikin ku, hemû aliyek bi zimanekî nerm û bi hêviya serkeftinê digel proseyê de tevbigerin. "




