Emrîka dê çekan bide opozisyona Sûriyê

Ajans/ Karbidest Emerîkî dibêjin, Washington di plana xwe ya çekkirina serhildayan de pêşve diçe. Ev biryar ji alîyê hevalbenden Amerîkî yên li Ewropa jî erênî tê pêşwazî kirin.
Biryar di demekê de hat ku Qesra Sipî ragihand ku raporteke îstîxbaratî derxist holê ku Şam bi asteke nizim, çekên kîmyayî bikar anîne ku nav wan de gaza sarîn ya kujêr jî heye.
Sûrîyê duhî înîyê ew îddîa red dike û îdîayên Emerîkî wek “derew” binav dike. Wezareta Derve ya Sûrî radigihîne ku sûcdarîyên Emerîkî li ser agahîyên derewîn hatine çêkirin.
Wezîrê Derve yê Britanî William Hague jî duhî got, London ligel daxuyanîya Washingtonê hevbîr e ku Şam çekên kîmyayî bikar anîne.
Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen jî biryara Washingtonê bi erênî pêşwazî kir û got karanîna çekên kîmyayî qet nayê qebûl kirin




