26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Quseyî Suheyîlî ji alîyê Rewta Sadir ve dihê namzad kirin

Çavkanî: AK News

 Evroj duşembê jêderekî berpis ji hevpeymanîya niştîmanî ragihand, ku bizava Sedir kombûnên xwe li ser hev dike ji bo vedîtina rêyekê bo pêkanîna hukûmeta bihê.

Di evê bareyê de li gorî siteya "Akanews" ku evî jêderî got, em dixwezin hukûmeta bihê pêkbihênin çi bi rêya lêstandina bawerîyê ji Nûrî Malikî yan jî bi rêya hilbijartinên bihê de.

Herweha got, em dixwezin Quseyî Suheylî li cihê Malikî namzad bikin ji ber ku ew ti carî kêm xemîya û kendelîyên û takrawî lê çênabe.

Wek dihê xuyakirin, ku piştî kombûna Têhranê yan navber serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û seroka bizava Sadir Muqteda Sadir ber bi encameka erênî ve diçe.

Nûçeyên têkildar