25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

Çavkanî: KDP.info

Berî nîvroya îro pênçşem 13.06.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Îrfan Elî Ebdulezîz Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê derbirî û destxweşiyê li Serok Barzanî kir ku kariye berengariya wan hemû hewlan bibê ku armanca wan ziyangihandin bûye bi mafê rewayên gelê Kurdistanê û bi sedema pêdagiriya rêzdar ve çendîn destkeftên girîng ji bo Kurdistanê pêkhatine û Herêma Kurdistanê pêgehekî yasayiya girîng li destûra Iraqê da mîsoger kir.

Di derbarê rola Serok Barzanî ya li parastina Herêmê da, Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî got: Bergirîkirina cenabê we bû ku bûye sedema mayîna Pêşmerge û komek destkeftên gelek girîng ji bo gelê me mîsoger kirin.

Her wiha behsa hewl û pêdagiriya Serok Barzanî ya ji bo bi parêzgeh kirina Helebçe û her wiha piştevaniya tevgera îslamî jî ji bo parastina asayîş û tebayî û pêşketinên Herêmê derbirî.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî û şanda pê re, tekez li ser wê yekê kir ku parastina aramî û pêşketina Kurdistanê erkê me hemûyane û nabê bi tu awayekî rê bi tundiyê bidin, ji ber ku tundî bi her awayî bê dibê sedema têkdana asayîşa civakî.

 

Nûçeyên têkildar