Nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Misirê tê vekirin

Hewlêr-KDP.info/ Duhî li bajarê Hewlêrê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Silêman Osman konsulê giştiyê Misirê li herêma Kurdistanê û şandeya pê re ku, ji hijmareke hunermend, rêvebir û rejîsorên warê sînemayê pêkhatibû, civiya.
Di civînê de, berpirsê têkeliyên derve behsa peywendiyên dêrîn û dîrokî yên navbera gelê Kurdistan û gelê Misirê kir û got ku, di demek nêzîk de dê nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Qahîreyê bê vekirin.
Di civînê de behsa têkeliyên di warê kulturî û hunerî de hat kirin û di vê çarçoveyê de Felah Mistefa got ku, huner ji bona xurtkirina têkeliyan warekê giring e û ji bo dostînî û hevkarîyê huner dikare bibe pirek mokim, ji ber hindê hikûmeta herêma Kurdistanê bi giringî li rola hunerê sînemayê dinêre û herêma Kurdistanê dixwaze di vî warî de fêdey ji tecrûbeya Misirê webigire.
Şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bo vê serdana bo herêma Kurdistanê nêşan da û hêvî kir ku, ew bikaribin digel sazîyên warê sînemayê li herêma Kurdistanê hevahengiyê bikin.
Weke tê zanîn rv heyeta hunermenên misirî ji aliyê sandîkaya hunermendên Kurdistanê ve hatiye vexwandin bo herêma Kurdistanê.




