26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Divê kurd li Sûriyê niha baş cihê xwe bigirin da bişên di guhorînên li wî welatî da xwedan rol bin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Mamostayekê zankoya Dihok diyar kir hêzên siyasî yên kurd li Sûriyê di nava xwe da parçe ne û ji ber vê yekê neşiyayne di astê herêmî û cîhanî da siyaseteka rast bo bidestive înana mafên kurdan bigêrin û bi gêrana konfransên cinêv jî ez bawer nakem ku qeyirana Sûriyê bihête çarekirin. 

Dr. Ziyad Yusif Mamostayê zankoya Dihok bo rojnama Evro diyar kir rewşa Sûriyê gelek aloz bûye û amaje bi vê yekê jî kir ku hêzên kurdan li Sûriyê heta niha neşiyayne di nava xwe ya yekgirtî bin û gotara kurdî ya yekgirtî li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê da nehatî ye dirust kirin û divêt kurd xwe bi hêz ken û bibine parçeyek ji berihingariya Sûriyê û got: "Divê kurd li Sûriyê niha baş cihê xwe bigirin da bişên di guhorînên li wî welatî da xwedan rol bin, çunku heke niha partên kurdî nebine pişkek ji berihingariya Sûriyê û xwe bi hêz neken, neşên çu rolekê bo paşeroja kurdan li Sûriyê bigêrin û bêguman ew yek dê ziyanên mezin gehînte paşeroja Rojavayê Kurdistanê û ji ber vê yekê divêt beriya her tiştekê kurd gotareka xwe ya yekgirtî li Sûriyê dirust biken." 

Dr. Ziyad ew yek jî neveşart ku bi rêya gêrana konfransê cinêv pirsa Sûriyê nahête çarekirin, çunku rijêma Sûriyê baş dizane hem berhingariya erebî û hem jî ya kurdî di nava xwe da parçe ne û ji ber vê yekê heta ji destê beşarî bihêt dê parastina desthelata xwe bike û ew yek jî dê wesa bike qeyirana navxweyî ya li Sûriyê berdewam be û nahête çarekirin.

Nûçeyên têkildar