26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî 8 mîn salvegera damezrandina kanala ZagrosTV pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdar Birêveberê Giştî û Karmendên Kanala Asmaniya Zagros!

Silav û rêz...

Bi helkefta heştehemîn salvegera damezrandina kanala asmaniya Zagros ve pîrozbahiyekî germ li we yên xweşdivî dikim û hêvîdarim herdem bi awayeke nûtir dirêjahiyê bi karwana pîşeyiyaneya xwe bidin û li sala nû yê karkirina we de zêdetir bi erkê gihandina nûçe û zanyariyên dirust bi welatiyên Kurdistanê li seranserê cîhanê da bidin, wekî ku çawa li çarçêweya etîka karê medyayî da we xizmetekî ber bi çav li tevgera medyaya Kurdî de kiriye.

Li van çend salên karkirinê da kanala asmaniya Zagros kariye pêgeh û cihê xwe li nav civaka Kurdewarî da veke, li wê karwana ku we hengavê ji bo wê avêtiye. Hêviya pêşketinê zêdetir dixwazîn, her serkeftî bin ji bo xizmetkirina Kurd û Kurdistanê.

Dûbare salvegera damezrandina kanala we pîroz be, her şad û serfiraz bin.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12/06/2013

Nûçeyên têkildar