26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îmaratê sewîyeya nûneratiya xwe li Kurdistanê bilind kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi minasebeta destbikarbûna wî weke konsulê giştiyê nû yê Îmaratên Yekgirtiyên Erebî, duhî li bajarê Hewlêrê, Raşid Elmensûrî konsulê nû yê Îmaratê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û  ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistan ve hat pêşwazî kirin.

 

Di civînekê de, Raşid Elmensûrî konsulê giştiyê Îmaratê kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên herêma Kurdistanê nîşna de û got ku, hikûmeta Îmaratê biryar da ku, sewîyeya nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bo konsulxaneya giştî bilind bike û ew jî weke konsulê giştiyê Îmaratê bo berpirsiya konsulxaneya Îmaratê ya herêma Kurdistanê hatiye destnîşna kirin û ew hatiye herêma Kurdistanê daku postê xwe yê nû werbigire û dest bi kar û xebatên xwe bike.

 

Felah Mistefa pêşwazî li konsulê nû yê Îmaratê kir û bi minasebeta destbikarbûna wî weke konsulê nû yê Îmaratê li herêma Kurdistanê, ew pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

 

Mistefa sipasiya helwestê hikûmeta Îmaratê kir û ew pêngava hikûmeta Îmaratê ya bilindkirina sewyeya nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bo konsulxaneya giştî bilind nirxand û got ku, dê vê yekê tesîreke erênî li ser pêşxistin û berfirehikirina têkeiyên her du aliyan di hem waran de hebe.

Nûçeyên têkildar