Mosko 2 gemiyên cengî dişîne Sûriye

Ajansa Interfax belav kir ku jêderekî ji serkirdeyê leşgerî ya Rûsiya ragehandiye ku, Rûsiya xwe amade dike bo şandina gemiyên cengî yên hişkayî û avî bo navenda xwe ya leşkerî di Deriya Navîn de li bendera Tertosê li berava Sûriya.
Ji aliyeke din ve ajansa (Mîdyanews) belav kir ku komîteyên Hemahengiyên Sûriye ragehandin ku bajêrê Qudseye nêzîkî Şamê paytexta Sûriya bi çekên giran rastî bombaraneka tund hat ji aliyuê hêzên rijêma Sûriya ve.
Di vê barê de Mihemed Faris endamê Hemahengiya Zebedanî di daxuyanekê de bo ajansa AFP xuya kir, “Hêzên sopayê Sûriya herdû bajêrê Qudseye û Hama li Rîf Dîmeşq dorpêç kirine. Xuya jî kir ku piştî derketina xelkên van du bajêran di xwepêşandanekê de bombaran kirin dest pêkir”.
Mihemed herweha xuya kir, “Hêzên leşgerî mezin bo bajêrê Qudseye hatine bi mebesta hêrişkirin bo ser bajêr piştî bombaran kirinê di şeva bûrî de”.
Ji aliyê xwe ve çalakvan Mihemed Dîmeşqî daxuyand, “Bi dehan birîndar hene û hinek birîndar hene em nikarin bighînin wan ji ber tundiya bomban û guleyan, herweha agir bi hejmarek mezin ji mala û dezgehên pêşesazîyên Qudseya ketin”.
Her van komîteyan daxuyandin ku bajêrên Dimêr û Hamê û Dareya û Zebedanî li Rîf Dîmeşq rastî bombên hawin hatin.
Her di vê barê de Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriya xuya kir ku “Li parêzgeha Laziqiye jî hejmarek ji bajêrokên Çiyayê Kurdan rastî bombaran kirinê hatin û bo 7 demjimêran berdewam bû, têde hêzên rijêm kopter û mûşek bi kar hanîn”.
Li bakur li parêzgeha Helebê, komîteyên hemahengiyan ragehandin ku, bombarankirinên tund li bajêrê Taribê berdewam bûn.
Herweha li gorî van komîteyan, bajêrê Deraa li başûrê Sûriye kete ber barîna hawina û bi taybet gund û deverên, Tefis, Lîce, Keferşemis, Hirak û Newa.
Tê zanîn duhî li encama şer û pevçûnan li deverên cuda yên Sûriye, 67 kes hatin kuştin ji wan 38 kesên sivîl bûn û 26 kes leşgerên fermî bûn di gel 3 çekdarên ji hêzên berheliskar.




