26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan

Îran, firokeya bê firokvan çêdike

Çavkanî: KDP.info
firokeya bê firokvan_Archiv

Evroj duşemê supayê pasdarên Îranê xuya kirin ku, niha Îran mijûlî çêkirina nemûneya firoka bê firokvan e, wek ewên ku li Amerîka dihêne çêkirin, ku sala çûyî yek ji evan firokeyan kevtibû sinora navbera Îranê û Afganîstanê û supayê pasdarên Îranê dest bi ser de girtin.

Di evê bareyê de li gorî siteya "Mêhir" ya Îranî fermandeyê hêzên asmanîya supayê Îranê Emîr Alî Hacîzade ragihand, ku endezîyarên pisporên supayê Pasdarên Îranê, şîyane pêzanînên girîng derbarê evê firokê bi dest bihênin.

Wek dihê xuyakirin, ku li payîza sala çûyî supayê Pasdarên Îranê dikarîbûn firokeyekî bê firokavan ya Amerîkay li cora RQ179 kontrol bikin û bihênin xwarê.

Ji alîyekî din ve berpirsên Amerîkayî ji bilî retkirina şîyana Îranê ji bo kontrolkirina evê firokê gotin, ev firoka han ji ber girftên teknîkî li nêza sinora Îranê û Afgenîstanê hatîye xwarê.