26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Joe Biden: Hilweşandina prosesa sîyasî li Iraqê hêla sore û nayê qebûlkirin

Çavkanî: KDP.info

Jêderekî ji rojnama Sîyasîya ya Kiwêytî ragihand, ku şîretkarê Asayîşa Neteweyî û cihgirê serokê Amerîka, heftîya çûyî rexneka tund û dijwar li Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê girtibû li hember çawanîya danûstandina wî digel hevpişkên xwe yên sîyasîyên Iraqê û pê re got eve hêla sore û cihê qebûl kirinê nîne.


Wek tê xuyakirin, ku Tony Pelgan pêncşema çûyî peyameka  Joe Biden cihgirê serokê Amerîka gihande Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê, ku tê de rexeneka tund û dijwar li hember çawanîya danûstandina Malikî digel hevpişkên xwe yên sîyasîyên Iraqê di proseya sîyasî Iraqê de girt.
Li gorî pêzanînan nameya Biden çend mijar tê de hebûn û amaje bi evê yekê kiribû ku Amerîka rê nade ku pirosesa Sîyasî li Iraqî bikeve metirsîyê û eve jî hêla sore navbera pêwendîyên Iraqê û Amerîka.
 

Nûçeyên têkildar