Demlocî: bi lez kesekî li cihê Malikî namzad bikin

Îtîlafa El-Iraqîye daxwaz kir, ku bi lez kesekî li cihê Nûrî Malikî destnîşan bikin, ku rêz li hevpişkatîya niştimanî û destûrê bigire.
Di evê derbarê de bêjedara Îtîlafa El-Iraqîye Meysûn Demlocî, di beyannameyekê de ragihand, ku ji wan re hatîye eşkere kirin, Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê naxweze guh bide ti rexneyekê yan jî nerînên cuda qebûl bike.
Herweha jî got, gotinên Malikî di derbarê ew kesên ku muhr li ser vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî kirine kesên pîlangîrin, weha tê xuyakirin, ku ew hemû bingehên niştimanî û kar pêkirina destûrî ret dike, herweha Malikî dest bi ser hemû prosesa sîyasî girtîye ku xwe xwedîyê hemû biryarên sîyasî û ewledarîyê dibîne.




