Li Berdereş û Akirê serokwezîr dest bi xebatên hêja kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê îro li bajarokê Berdereşê yê ser bi Akirê ve, bi amadebûna cîgirê xwe Îmad Ehmed, waliyê Duhokê Temer Remezan û hijmareke berpirsên deverê, kevirê bingehên bo avakirina nexwexaneyeke 100 karyoleyî dana ku, 35 milyon dolar jê re hatine berdest kirin.
Di merasima danan kevirê bingehîn bo avakirina nexweşxaneyeke 100 karyoleyî li bajarokê Berdereşê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di axaftina xwe de behsa pilanên hikûmetê bo wê deverê kir.
Serokwezîr di peyva xwe de got:
- Yek ji karên pêşîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê her ji kabîneyên berê heta nuha jî, meseleya giringîdan bi warê saxlemiyê li hemû deverên Kurdistanê. Bêguman, heta nuha di vî warî de me pêşkeftinên ber bi çav bidestve anîne. Em înkar jî nakin ku, kêmasî jî hene, lê em dê bi cidî kar bikin daku di hemû waran de li sertaserî Kurdistanê xizmetên saxlemiyê ber bi pêşve bibin.
Piştî Berdereşê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û heyeta pê re serdana bajarê Akirê kir û digel berpirsên îdariyên bajêr civiya.
Di civînê de serokwezîr got:
- Sedemê serdana me bo vê deverê eve ku, em ji nêzîk haydarî arîşe, pirsgirêk û pêdawêstiyên deverê bibin. Serdana min digel cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîran bo Akirê nîşana xemxorî û îsrara hikûmetê bo dabînkirina pêdawîstî û şopandina arîşeyên deverê û çareserkirina pirsgirêkan e.
Serokwezîr got ku, Akirê di warê xizmetgozariyan de pêşveçûnên baş bi dest xistine û ev yek jî cîyê dilxweşîyê ye:
- Raste kêmasî hene, lê hikûmeta Kurdistanê dê hewil bide pêdawîstiyên deverê dabîn bike. Heta jiyan berdewam be dê daxwaz û pêdawîstî jî berdewam bin û ev jî nîşna pêşveçûnê ye. Berê daxwaza hevwelatiyan bi tenê emniyet bû, lê nuha ew daxwaza ximztên cuda û pêşkeftinan di hemû waran de dikin, ev jî wê yekê nîşan dide ku, Kurdistan berdewam di pêşveçûnê de ye.
Di civînê de qaymeqamê bajarê Akirê çenda daxwaz ji serokwezîr û şandeya pê re kirin wek; vekirina zanîngehekê, dabînkirina mihtaciyên kolêj û peymangehên nuha li Akirê hene, çakirina pir, cade û kolanên bajêr, çakirina cadeyên wan gundên ser bi bajarê Akirê ve, avakirina fabrîkeyeke qêrî, avakirina stadyomeke sergirtî, nojenkirina şûnewarên kevin, giringîdan bi warê tûrîzmê, çareserkirina pirsên zeviyan, diruskirina tonelekê li çiyayê Pîris û çakirina torên avê li bajarê Akirê û gundên derdûra wê.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku, ya di îmkanên hikûmetê de be bo dabînkirina daxwaziyên xelkê Akirê û derdûra wê dê bike.
Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr di axafatinekê de got ku. Akirê bajarekî kevin û naskiriye û hejî hemû awayên xizmetkirinê ye, hikûmet dê hewil bi de li gor îmkanan hemû daxwazên xelkê deverê cîbicî bike.
deqi wtari serok wezyran
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî li bajarokê Berdereşê kevirê bingehîn bo avakirina nexweşxaneyeke 100 karyoleyê dana. Di merasima danan kevirê bigehîn yê wê nexweşxaneyê de, serokwezîr peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de got:
- Bêguman yek ji karên pêşîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê, her ji kabîneyên berê yên hikûmetê û heta nuha jî, giringîdane bi pirsên xizmetên saxlemiyê li hemû deverên Kurdistanê. Şik di vê yekê de tune ku, di vî warî de pêşkeftinên ber bi çav bi dest ve hatine. Em înkar nakin ku, kêmasî jî hene, lê belê hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî dixebite ku, li sertaserî Kurdistanê xizmetgozariyên saxlemiyê pêş bixe.
- Em dibînin ku, roj bo rojê vekirina nexweşxaneya zêde dibe, karê xizmetgozarî baştir dibe û wezareta tendirustiyê di hemû waran de ji bona ku, sîstema saxlemiyê li herêma Kurdistanê bi awayekî bê guhertin ku digel standardên cihanî bigunce, kar dike. Pirosesê dest pê kiriye, bêguman, em nikarin bêjin ev pirosese bi şev û rojekê timam dibe, piroseseke berdewame û dibe gelek sal jê re pêwîst bin. Lê ya giring ku, ez dixwazim bêjim eve ku, em dê li herêma Kurdistanê bi hemû awayî bixebitin daku jîngeheke saxlem bo miletê xwe pêkbînin. Miqayîsekirina Kurdistana îro digel çend salên berê, di hemû waran de, di warê avadankirinê û di warê xizmetgozariyên tendirustiyê de pêşkeftinên baş çêbûne, lê şik tê de tune ku, wek berê jî me gotibû û carek din dibêjîn me welatekî wêran wergitiye, budceyeke tixûbdar (mehdud) me heye, em nikarin bi şev û rojekê hemû pirsgirêkan çareser bikin.
- Ya giring eve ku, xelik bizane hikûmeta herêma Kurdistanê weke xemoxoreke rasteqîneya miletê xwe, li ser hindê cidî ye bi hemû îmkanên xwe bixebite daku, di hemû waran de, ew kêmasiyên li herêma Kurdistanê hene çareser bike. Avakirina vê nexweşxaneyê jî hewilke din ya hikûmetê ye bo zêdetir xizmetkirina xelkî li hemû deverên cudayên herêma Kurdistanê.
- Ev nexweşxaneya me îro kevirê bingehîn bo avakirina wê dana dê bi 43 milyar dînaran bê avakirin û dê bi hevbeşî ji aliyê kompaniyeke xomalî û kompaniyeke tirkî ve bê avakirin. Ez hêvî dikim ku ev nexweşxaneye bibe cîyê pêşkeşkirina ximztên saxlemiyê bo vê deverê bi awayekê rêkûpêk.
- Bi navê xwe û bi navê Îmad Ehemd cîgirê serokwezîr, gerimtirîm pîrozbahiya li xelkê devera Berdereş dikim û hêvîdar im ev nexweşxaneye xizmetên baş pêkeş bike. Destxweşiyê li hemû sitafê wezareta saxlemiyê, rêvebirên giştî û qayeqem dikim. Me di serdana xwe ya berî niha da soza çend pirojeyan bo deverê dabû, ew piroje di demek nêzîk de dê bikevin di warê praktîkê de





