26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sedr: Malikî ji min re pêwendî kirîye, ne min

Çavkanî: KDP.info

Jêderekî ji ajansa SomerîyeNews re ragihand, ku Muqteda Sedr serokê alîyê Sedr, ret dike ku wî destpêşkarîya pêwendîya telefonî ji bo Nûrî Malikî kiribe.


Di evê derbarê de, ku Muqteda Sedr serokê alîyê Sedr di bersiva pirsa yek ji alîgirê wî de di derbarê destpêşkarê wî ya ji bo pêwendîya telefonî bo Malikî, weha got, Malikî ji wî re pêwendî kirîye û bi helkefta salvegera koça dawîya Îmam Kazim serxweşî lê kirîye û behsa berdewambûna pêwendîyan kirîye û ti tiştekî din jî behs nekirîye.


Wek tê xuyarkirn, ku di 14 evê mehê de, berpirsekî partîya Dewaa ji SomerîyeNews re ragihandibû, ku Muqteda Sedr pêwendî bi Nûrî Malikî kirîye.
 

Nûçeyên têkildar