26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Birayetîya Neynewa: lîsta me serokatîya 7 komîtan werdigire

Çavkanî: KDP.info

Duhî yekşemê 17/06/2012, bêjedarê lîsta Birayetîya Neynewa Derman Xetarî ragihand, ku hfteya bihê dê kesek ji bo pila cihgirê duyê parêzgerê Mûsilê bihê destnîşankirin.


Di evê derbarê de li gorî ajansa Aknews, Derman Xetarî weha jî da xuaykirin, ku alozîya navbera Iraqîye û Dewleta Qanûnê sedema baştirbûna pêwendîyan navbera lîsta Hedba û Biryetîya Neynewa li bajêrê Mûsilê bû.


Herweha bêjedarê lîsta Birayetîya Neynewa da xuyakirin, ku di çend rojên çûyî de qunaxeka girîng di rêkeftina navbera herdu lîstên Hedba û lîsta Birayetîya Neynewa çêbû, ku serokatîya 7 komîtan nav encumena parêzgeha Mûsilê bi dest me keft.
Herweha li gorî evê rêkeftinê cihgirî duyê ya parêzgerê Mûsilê ji lîsta Birayetîya Neynewa hat destnîşankirin û em jî ji alîyên xwe ve kesekî ji bo evê pileyê destnîşan dikin.
 

Nûçeyên têkildar