Misir rêkevtina Gasa Sirûştî bi Israyel re bi dawî anî

Roja duşembê du kompanîyên Misirî, rêkevtina gasa sirûştî ya bi Israyelê re bi dawî anî, eve jî di wê demê de ye, ku peywendîyên herdu alîyan piştî şikestina rejîma Husnî Mubarek ber bi alozîyê ve diçe.
Di evê bareyê de li gorî ajansa "Reuters" hevpişkê Israyel ev pêngava han roja Yekşemê ragihand, belê hevpişkê Misirî dibêje, birîyara bi dawî anîna rêkevtina gasa sirûştî roja pêncşemê hatîye dan.
Herweha wezîrê darayîya Israyel " Yufal Ştayntiz" ragihand, ku Israyel gelekî ji evê birîyarê dilgirane û eve jî dê bandora xwe li ser peywendîyên herdu alîyan hebe.
Wek dihê xuyakirin ku, Israyel 40% hênana gasê ji Misirê dabîn dike û ji ber evê pêngava han jî dilgirane.
Hêjayî gotinê ku, Misir yekem dewleta Araban e, rêkevtina aştîyê bi Israyelê re li sala 1979 muhir kir.
