26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Talebanî bo encamdana pişkînîna pizişkî gihaye Almanîya

Çavkanî: KDP.info

Duhî  li gorî beyannameya nivîsgeha serokatîya Komarê, serokê komara Iraqê Celal Talebanî, ji bo encamdana pişkinîna pizişkî ber bi Almanîya ve çû, eve jî li gorî xişteya pizişkî ya ku ji wî re hatîye danîn.


Di evê derbarê de li gorî rojnama Rudaw, jêderekî nêzîkê Celal Talebanî ragihand, ku roja yekşema çûyî, Celal Talebanî serokê komara Iraqê bi rêya firrgeha navdewletîya Silêmanîyê ve, Herêma Kurdistanê bi cih hêla û ber bi Almanîya ve çû.


Evî jêderî weha jî da xuyakirin, ku " Talebanî li Almanîya niştergirî jê re tê encamdan, lê ev niştirgerîya han ne giran e."
Di heman demê de evî jêderî weha jî da xuyakirin, ku dibe Talebanî bo maweya du heftîyan li wir bimîne, ji ber ku li gorî rapora pizişkî, piştî Talebanî ev niştirgirîya han kir gerek bihênvedanekê werbigire.
 

Nûçeyên têkildar