Heta Malikî li ser hukm be, Emirîka firokên f16 nadete Iraqê

Bexda-KDP.info/ Serkirdekê kurd ku neviyaye navê xwe aşikira bike bo rojnama Siyase ya kiwêtî ragehandî ye cubaydin cêgirê serokê Emirîka girintiya wê yekê daye serok Barzanî ku jiber sê egeran carê welatê wan li ber nîne firokên şerî yên f16 radestî hikûmeta Îraqê bike ku Berî niha serok Barzanî rexne li dana firokên f16 girtibûn bi sopayê Îraqê, ji ber ku çu girintiyek nîne, îraq wan firokan dijî kurdan bicih neyne.
Cu Baydin egerê yekê yê ne radestkirina van firokan bi Iraqê vegerandî ye bo siyaseta dijwar ya Malikî beramber kurd û sunnan û egerê duyê ji ber rewşa aluza Sûriyê vegerandî û egerê syê jiber nêzîkiya Malikî ji îranê vegerandî ye ku Emirîka hez dike van firokan radestî serok wezîrekê Îraqê bike ku yê dûr be ji Îranê.




