Rûssîya Radarê li sînora Turkîya û Sûrîya dadine

Rojnama Le Vigaro ya Feranse li ser zarê jêderekî ewledarîya Rûssî belavkirîye, ku Rûssîya dixweze bi rêya dezgeha Radara sîxurîyê ve çavdêrîya liva leşkerên navbera sînora Turkîya û Sûrîya bike.
Ajansa Turkîya Today ya Turkî amja bi evê çendê dike, ku li ser zarê jêderekî ewledarîya Russî belavkirîye, ku Rûssîya dixweze bi rêya dezgeha Radara sîxurîyê ve çavdêrîya liva opozisîyona Sûrîya û hêzên aştîparêzê û bingeha Encirlîk bike.
Weha jî eşkere kir, ku Rûssîya bi evê çendê dixweze bi hûrî hayadara liva çekdarên opozisîyona Sûrîya yên li dijî Beşar El-Esed bike.




