Zêbarî: Em di kirîza Sûriyê de alîkariya hîç aliyekî nakin

Bexda-KDP.info/ Piştî ku hikûmeta Bexdayê bi piştgirîkirina rêjîma Beşar Esed hat tohmetbarkirin, Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî tekez ku di kirîza Sûriyê de alîkariyê nadin hîç aliyekî.
Zêbarî ew tohmetên han red kirin û ji televizyona Erebiye re got: " Em wê yekê înkar nakin ku çendîn kesên xwebexş ji bo şerkirinê çûne nav axa Suriyê, wek çawa ji gelek welatên din jî çûne, lê belê ti siyaseteke hikûmetê bo teşwîqkirin û piştgirîkirina leşkerî û çekdarî ya wan xwebexşan nîne, yan jî piştgirîkirina aliyekî li ser hesabê aliyê din."
Zêbarî wiha axifî: " Helwêsta me wek hikûmeta İraqê her ji yekem roja wê milmilaneyê de diyar e, evna jî dîtina çareseriyeke aştiyane ye bo krîza Sûriyê, lê ji ber ku Iraq cîranê vê milmilanê û şer e, car car rûbirûyê van tohmetan dibe." Jêder Basnews




