Pêdivî ye perlemanê Tirkiye nexşeya çarekirina pirsa kurd ragehîne

Tirkiye/ Endamê lijna mirovên aqilmend di daxûyaniyekê da ragehand ku pêdivî ye perlemanê Turkiya beriya bêhnivedana havînê nexşeya çarekirina pirsa kurd ragehînît û hejmarek pênigavan bi havêjît, heke wesa nebe dê bê bawerî di nav gelê kurd û turik da dirust bibe û ew yek di berjewenda qonaxa aştiyê da nîne.
Qadir Înanir ekterê navdar û endamê lîjna aqilmendên Turkiya bo çarekirina pirsa kurdî di daxûyaniyekê taybet da bo rojnameya evro ragehand ku li Turkiya pêşkevtinên gelek erênî çê dibin û gelê kurd serkêşiya van pêşkevtinan dike û got: (roj bi roj hejmara welatiyên turik yên ku dixwazin pirsa kurd bi rengekî siyasî û aştiyane bihête çarekirin zêde dibe û gelê me çend êş û azarên ku gelê kurd kêşandî ye dibînît û niha ew jî piştevanyê li mafên rewa yên kurdan dikin û ji xwe karê serekî yê lîjna aqilmendan jî bizava têgehandina gelên Turkiyaye).
Qadir Înanir herwesa diyar jî kir ku ew sedemê derkevtina kurdan ya bo serê çiyan baş têdigehît û got: (demê bi navê dewletê navê coxirafiya Kurdistanê bihête qedexekirin, zimanê milletekî bihête înkar kirin, hebûna wan bihête redkirin û ji hemû mafên mirovî bê bar bihêne hêlan dê ew millet jî rojek ji rojan serê xwe raket û li dijî siyaseta zordariyê derkevin û dê çekê hilgirin û dest bi şerî bikin, ji ber vê çendê pêdivî ye dewlet û hikûmeta Turkiya sedemên ku gelê kurd birine astê şer û serihildanê ji holê raket û mafên wan yên netewî, siyasî, keliturî, zimanî bo wan vegerîne, wê demê dê Turkiya ber bi normalbûnê ve biçît û jiyaneka wekhev û birayane birêve biçît).
Ekterê navdar yê Turkiya ew yek jî ragehand ku pêdivî ye perlemanê Turkiya beriya bêhnivedana havînê bi rengekê fermî nexşeya çarekirina pirsa kurdî ragehînît û ji niha ve pênigavên piraktîkî bo çarekirina pirsa kurdî bi havêjît, da ku qonaxa aştiyê serkevît û ew yek gelek giringe û got: (divêt dewlet erkê xwe bicih bînît û pêdivî ye baş bizanîn çend hesasiyetên gelê turik hene ew hinde û renge zêdetir jî hesasiyetên gelê kurdan jî hene, ji bo pêşvebirina qonaxa aştiyê ragehandina nexşerêya çarekirina pirsa kurdî pir giringe û ez bawer dikem ragehandina nexşerê dê dilsuziya hikûmetê jî nîşa bidet û destê hikûmetê di paşerojê da jî gelek bi hêztir bike).
Li ser xwenîşadanên li stenbul û bajêrên dî yên Turkiya jî qadir înanir ragehand ku xwenîşandan mafê rewa yê welatiyane û heke hejmarek zêde welatî ji kiriyarekî nerazî bin pêdivî ye hikûmet jî guh bidete sedemên nerazîbûnê.