Çekên ku hatine şandin ji bo Sûryeyê dikarin bikevin destê terorîstan

Ajans/ Wezîrê karên derva yê Almanya Gîdo Vesterbelle li ser hinartina çekan ji Sûryeyê re şiyarî da partnerên navnetewî her wiha ji bo hêzên opozîsiyonê jî.
Wezîrê karên derva yê Elmanya Gîdo Vesterbelle li ser hinartina çekan ji Sûryeyê re şiyarî da partnerên navnetewî her wiha ji bo hêzên opozîsiyonê jî. Daxuyanî roja yekşemê wezîr di hevpeyvîna xwe ji rojnama `Velt am zontag`re ragihand.
Li gor gotnên Besterbelle metrisiyên herî zêde li ser wê ne ku di destê tundrewan de sîstêma berevaniya esmanî dikare hebe. Her wiha wî da diyarkirin ku li gor danayên wî Rusya plan nake ji Sûryeyê re çekan dabîn bike.
Wezîrê karên derva yê Almaniyayê amaje kir ku welatê wî li hember destêwerdana ji derva li konflîkta Sûryeyê derdikeve. Wî diyarkir ku `destêwerdan aramiya dem dirêj ji bo walêt nayne` û bang kir ku `şansekê bibin destpêşxeriya nu ya Rusya û DYA` li ser lidarxistina konferansa aştiyane ya Sûryeyê.




