Serok Barzanî: Divê em hemû vegerin bo destûrê Iraqê ku çareserîya hemû arîşeyan diyar kiriye

Duhî yekşemê 9/6/2013 li bajarê Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Federal ya Iraqê Nûrî Malikî ligel hev komcivîneke rojnemavanî li darxistin.
piştî tewaw bûna kombûna navbera wan, her yek ji Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê beşdarî di pres konfransekê de kirin û li ser mijarên kombûnê zanyarî dan rojnamevanan. Her du alîyan di evê pres konfransê de, di bareya pirsên weke neft û gaz, madeya 140, hêza pêşmerge, mijara bi parêzgeh kirina Helebce û çend mijarên din axivîn.
Di dest pêka kongira rojnemavanî de Serok Barzanî dilxweşiya xwe bi serdana serokwezîrê federal Nûrî malikî û şanda ligel bo Hewlêrê anî ziman, her wiha Serok Barzanî diyar kir ku ev serdan gelekî girîne bo çareserkirina pirsgirêkên ku di navbera her du aliyan de ne.
Barzanî di berdewamiya axftinên xwe de diyar kir, ku di komcivînekî teybet de ligel Malikî lihevkirine ku komîteyên hevbeş yê ji bo çaserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan sazbûne jinûve dest bi kar û xebate xwe bikine, her wiha diyar kir ku wan ligel hev lihevkiriye, ku pirsgirêkên xwe li ser hîmên desturê çareserbikine, û ew di vê yekê de bi biryarine. Serokê herêma Kurdistanê herwisa hêvî jî xwast, ku " li cihê serhildana arîşeyên din, pêywîste em hemû vegerîne bo destûrê ku çareserîya hemû arîşeyan diyar kiriye."
Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Iraqa federal Nûrî Malikî di destê pêk axftinên xwe de, sipasiya xwe pêşkêşî serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, Malikî ragihand ku wan di komcivînên xwe de li ser mijara pêywendiyên dinavbera hikûmeta Federal û hikûmeta herêma Kurdistanê de, bi giştî rewşa Iraqê û li ser gelek mijarên din yên girîng gotebêj kirin e, ji bo me pir girînge ku li Iraqê aramî lidarkeve, û hevkarî di navbera me her du aliyan de hebe.
Malikî diyar kir ku wan ligel aliyê Kurd li ser gelek mijaran li hev kirine û wê komîteyên pêywendîdar dest bi liv û tevgera xwe bikin. Malikî ragihand ku ew ji Hewrêlê paytexta Herêma Kurdistanê gelê Kurd silav dike û dêroka Tekoşînêa gelê Kurd giran biha dinirxîne, wekî din Malikî diyar kir ku ew piştgiriyê dide, ku Bajarê Helebçeyê bibe Parêzgeh û ew ê weku Hikûmeta Federal piştgirê bidine vê yekê, ji ber ku Bajarê Heleçeyê di dîroka xwe de rastî gelel zor û zordestiyê hatiye.
Li ser mijara serest kirina Desturê Malikî ragihand ku ev pirsgirêkeke gelekî zore û çi sererastkirin bête kirin pêwîste derbasî rapirsîna gel bibe ta bête pejrandin, Malikî diyar kir ku wan li gel aliyê Kurd li ser hin madeyan lihev kirine mîna madeya 140 û pereyên pêşmergeyan, Malikî wiha berdewm kir di axftinê xwe de: Di destpêkê de hin tişt hene pêwîste bêne çareser kirin piştre li ser pirsgirên giran wê bête seknandin, yek jê pêwîste hejmartina giştî bête kirin, her wiha yasaya ku Serokkomar Talebanî bo jinûve texûbên parêzgehan bêne sererast kirin bête pejrandin ev yasa niha li perlemenê li ser masê ye, ev yesa wê ligel xwe gelek pirsgirêkan çareserbike, yanê eger hejmatinek giştî hebe û texûbên parêzgehan naskirîbine wê demê çareserî jî yê hesan be.
Ji aliyekî din li ser mijara vekşîna hêzên pêşmergeyan û hêzên Artêşê ji deverên ku mijara gengeşiyê ne, Malikî ragihand ku pêwîste di dest pêk de di navbera aliyan de bawarî lidarkeve û piştre pirsgirêk bêne çareser kirin.
Di beşeke din a evê kongreya rojnamevanî de, serokê herêma Kurdistanê ragihand, ku bi mebesta çareserîya arîşeyan, amade ye serdana Bexdadê bike û Nûrî Malikî jî vexwîne bo serdana herêma Kurdistanê nek bo serdana Hewlêrê, belku bo serdana hemû nawçeyên Kurdistanê.




